Hukumeta Fransa di asta herî bilind de hawara ewlehiyê ragihand

14 cotmeh 2023 03:07
Hukumeta Fransa di asta herî bilind de hawara ewlehiyê ragihand

PeyamaKurd – Hukumeta Fransa di asta herî bilind de hawara ewlehiyê ragihand. Fransa ragihandina hawarê bi navê ‘Êrîşa Lezgîn’ kir û hişyariya hawarê ji bo hemwelatiyên Fransaye da. Hukumeta Fransayê di mijarê de got:

“Di rewşa tehdîda tevgerekî terorê de an di rewşa êrîşekî de hema di pey de gelek bi hezir bin.”

Li Fransayê li bajarê Arrasê di lîsekî de êrîşa bi kêrê çêbû bû û di encamê de mamosteyekî jiyana xwe ji dest dabû û 2 kes jî bi xedarî birîndar bûbûn. Êrîşker li dora 20 salî bû û berê di heman dibistanê de xwendevan bû.

Ragihandina hukumeta Fransayê kete pey vê bûyera navborî.