Konsolosê Amerîka seredana Nêçîrvan Barzanî kir

08 rêbendan 2019 00:51
Konsolosê Amerîka seredana Nêçîrvan Barzanî kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî konsolosê Amerîkayê yê Hewlêrê Steven Fagin û heyeta pêre qebûl kir. Babetên ku li ser axifîn; bi giranî têkiliyên Kurdistan û Amerîkayê û bipêşxistina têkiliyan, aboriya Kurdistan û halê koçberên li Kurdistanê bûn.

Fagin sipasiya hukumeta Kurdistanê bi sedema piştgiriya koçberan kir û di mijara pêkvejiyana çandên cuda li Kurdistanê, bi girîngî pesinand û bo desteka dezgeyên hukumeta Kurdistanê ku didin balyozxaneya Amerîkayê sipasiya xwe kir.

Barzanî di hevdîtinê de behsa avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê kir.