Konsolê Almanya: Em ê alîkariya ji Êzdiyan re bidomînin
PeyamaKurd - Konsulê Almanyayê yê Hewlêrê Klaus Streicher diyar kir ku alîkariyên Almanyayê yên ji bo Kurdên Êzidî dê berdewam bikin.
Klaus Streicher li “Konferansa Lalişê ya Aştî û Bihevrejiyanê” axivî.
Klaus Streicher di destpêka axaftina xwe de amaje bi Komkujiya Şengalê kir û da zanîn ku Almanya wê komkujiyê ji bîr nake û alîkariyên Almanyayê yên ji bo Kurdên Êzidî wê berdewam bikin.
"Me hembêza xwe ji gelek Êzidiyan re vekir"
Klaus Streicher qala ji Aliyê welatê wî Almanya ve wergirtina penaberên Kurdên Êzidî jî kir û wiha got: “Ez gelekî şanaz im ku wekî nûnerê Almanyayê li vê konferansê me.
Em wan tawanên li dijî Êzidiyan hatine kirin ji bîr nakin û divê tawanbar bêne darizandin. Me hembêza xwe ji gelek Êzidiyan re vekir. Ez dixwazim careke din li vir ji we re bibêjim.
Almanya rijd e, dê alîkariyên me berdewam bikin û ev xeta sor a Almanyayê ye. Em dê li dijî tûndiya seksî ya li hemberî Êzidiyan hatiye kirin jî bisekinin û em li serê dixebitin. Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock 2 caran hat Îraqê. Çû nava kampan û bi jin û keçên Êzidî re hevdîtin kirin û wê bi çavên serê xwe Şengalê dît. Annalena Baerbock çû gundê Koço yê ku beriya bi çend salan komkujiyeke mezin lê hatibû kirin jî. “
“Divê penaber vegerin ser mal û milkên xwe”
Klaus Streicher di axaftina xwe de, di derbarê darizandina terorîstên DAIŞê yên tawanên dijî mirovahiyê pêk anîne de nirxandinan kir.
Streicher wiha peyivî: “Nabe em wan komkujiyan ji bîr bikin. Belê rast e em nikarin kesên canê xwe ji dest daye vegerînin lê em dikarin ji bo edaletê bixebitin wan tohmetbaran bidin dadgehê.
Parlamentoya Almanyayê sala 2023yan ew kiryarên li dijî Êzidiyan hatine kirin wekî komkujiyê nas kirin. Ji sala 2014an ve Almanya li Îraqê li ser wê babetê dixebite. Almanya yek ji wan welatên herî li pêş e ku dixwaze ew tohmetbarên DAIŞê bên darizandin. Ev ji bo aştiyê girîng e ji bo merivên qurbaniyan jî gelekî girîng e ku ji aliyê derûnî vê ji wê qonaxê derbas bibin. Li Zanîngeha Dihokê navendek alîkariya derûnî dide wan kesên ji destê DAIŞê rizgar bûne. Em ji Iraq û Herêma Kurdistanê jî dixwazin ku alîkariyên ji bo Êzidiyan bidomînin. Belkî her alî ne ji aliyekî ve lê divê bi hev re û di her warî de alîkariya Êzidiyan were kirin. Nabe êdî ew li kampan û di çadiran de bimînin. Pêwîst e zemînek were dîtin û Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo penaber vegerin ser mal û milkên xwe kar bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin