Konseya Ewropayê dorpêçên ser rejîma Sûriyê salekê dirêj kir
27 gulan 2021 23:59
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku dorpêçên ser rejîma Sûriyê ji bo saleke din bên dirêjkirin.
Konseya YEyê ragihand ku bi sedema fişar û pêkutiya ser xelkê sivîl wê dorpêçên ser rejîma Sûriyê heta 1ê Hezîrana 2022yan berdewam bikin.
Di dorpêçan de; qedexeya geştiyarî, cemidandina darayî li ser kesayet û saziyên di lîsteya reş de ne 283 kes û 70 sazî ne.
Herwiha 5 kesayetên di lîsteya reş a dorpêçan de bûn jî ji lîsteyê hatin derxistin.
Dorpêçên Ewropayê yên ser rejîma sûriyê ji sala 2011an ve berdewam dikin û kesayet û kompaniyên nêzîkî rejîmê di lîsteya dorpêçan de cî digirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin