Ewropayê gemaroya 15 salî ya li ser Sûriyê rakir

11 gulan 2026 15:20

Konseya Ewropayê ragihand rawestandina qismî ya Peymana Hevkariyê ya di navbera Civaka Aborî ya Ewropayê û Sûriyê de hat bidawîkirin.

Ewropayê gemaroya 15 salî ya li ser Sûriyê rakir

RûpelNews -

Brûkselê bi temamî Peymana Hevkariyê ya sala 1978an ji nû ve aktîf kir.

Yekîtiya Ewropayê biryar da ku Peymana Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropa û Sûriyê ya ku bi hinceta cezakirina rejîma Beşar Esad hatibû rawestandin hat nûkirin û bi vî awayî biryara rawestandinê hat rakirin. 

Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de hat destnîşankirin ku şert û mercên rawestandinê êdî ji holê rabûne.

Daxuyaniyê tekez kir ku ev biryar ji bo xurtkirina têkiliyên dualî gaveke krîtîk e.