“Komxebata Zimanê Kurdî bi qedr û girîng dibînim“
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş bal kişand ser Komxebata Platforma Zimanê Kurdî ya 9 partî û rêxistinên Kurd li Amedê û ragihand, ku hînbûna zimanê Kurdî ne tenê bo Kurdan pêşniyaz dikim, em pêkve dijîn û em ê bijîn jî, ji ber vê yekê em hem rêzê li zimanê yekûdu bigrin û hem jî hîn bibin.
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demirtaş ku li ku li girtîgehê hepsî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da.
Demirtaş destnîşan kir ku Komxebata Platforma Zimanê Kurdî girîng e, li ser ruyê erdê her zimanek bi qedr e û taybetmendiyek jêre heye. Xwedî lê derketin û pêşxistina zimanên qedexekirî û yên bi talûkeya tunebûnê re rûbirû ne pir girîng e. Kurdî yek ji va zimanan e. Ji ber vê yekê, Komxebata Platforma Zimanê Kurdî ku li Diyarbekirê hat çêkirin bi qedr û girîng dibînim.
Demirtaş bal kişand ser wê yekê û diyar kir: “Ji bo hînbûna zimanê Kurdî ne şert e ku hûn Kurd bin. Hînbûna zimanê Kurdî ne tenê bo Kurdan pêşniyaz dikim, em pêkve dijîn û em ê bijîn jî, ji ber vê yekê em hem rêzê li zimanê yekûdu bigrin û hem jî hîn bibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin