Kompaniyên Rêhewayê, seferên Til Evîvê betal kirin

09 cotmeh 2023 19:30
Kompaniyên Rêhewayê, seferên Til Evîvê betal kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, gelek kompaniyên navdewletî yên rêhewayê ragihand ku wan geştên xwe yên ber bi Til Evîvê ve rawestandine.

Li gorî agahiyên ku ji Lîwayên El-Qassamê hatin ragihandin, wan êrîşek li ser Balafirgeha Ben Gurion a Til Evîvê ya Îsraîlê kir.

Ligel ku hîn êrîşa li ser balafirgehê nehatiye piştrastkirin, hat diyarkirin ku gelek kompaniyên hewayî biryar dane ku geştên xwe rawestînin.

Kompaniyên Rêhewayan ragihand ku seferên balafiran hatine rawestandin û  heta ku şert û mercên ewlehiyê vegerin rewşa asayî dê US United Airlines, Delta Air Lines, American Airlines û Air Franceyê, ji ber sedemên ewlehiyê geştên xwe dane sekinandin.