Kompaniyeke Almanî bipêsxistina dermanê tedawîkirina koronayê ragihand

15 berfanbar 2020 01:01
Kompaniyeke Almanî bipêsxistina dermanê tedawîkirina koronayê ragihand

PeyamaKurd – Li demeke ku li cîhanê pêşbirka derziya Covid-19 dest pê kiriye de, mizgîniyek jî ji Almanyayê hat.

Kompaniya dermanan a Almanî Fromycon ragihand ku wan dermanê ji bo tedawîkirina nexweşên koronayê bipêş xistiye û kompaniyê destnîşan kiriye ku ew derman bi temamî nexweşan baş dike.

Hat diyarkirin ku Kompaniya Formycon ji bo bikaranîna wî dermanî serlêdanên pêwîst kirine.

Berpirsê Giştî yê Fromycon Carsten Brockmeyer, ji televizyona ARD re gotiye, demanê ku wan bipêş xistiye Covid-19 bi temamî asteng dike û li hember mutasyonên vîrusê jî bi bandor e.

Brockmeyer diyar kiriye ku êdî bijardeyeke tedawiyê heye û ew bi vî dermanî pêşiya belavbûna vîrusê di nav bedena mirovan de digirin.