Komkûjiya Helebçe: Birîna neteweyî ya kurdan

16 adar 2026 06:49

Îro, 38emîn salvegera kîmyabaran Helebçe ye. Qurbaniyên kîmyabarana Helebçeyê tên bi bîranîn. 

Komkûjiya Helebçe: Birîna neteweyî ya kurdan

RûpelNews -  Ji beriya niha 38 salan Rejîma Baasê li dijî kurdan gazên kîmyewî bikaranî û zêdetirî 5 hezar kurd şehîd kir. Kurdên ku li Herêma Kurdistanê, her wiha li Ewrûpa û gelek welatên din ên cîhanê dijîn, ji bo rêzgirtina li qurbaniyên Halebçeyê û ji bo daxwaza edaletê, merasîm û çalakiyan li dar dixin. 

38 sal berê êrîşeke kîmyewî li Helebçeyê hat kirin

38 berê di 16ê Adara 1988an de, rejîma Baasê di bin serokatiya Sedam Huseynê de êrîşeke çekên kîmyewî li ser bajarokê Helebceyê pêk anî.
Ev êrîş, ku di dema Şerê Îran-Îraqê de pêk hat, wekî beşek ji operasyonên li dijî kurdan ku bi navê ayeta Qur’anê Enfalê hatibû binavkirin. 

Lêkolînên bijîşkî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin kirin eşkere kirin ku di êrîşê de gaza xerdelê ya bi bêhna sêv û fêkiyên curbecur, û herwiha madeyeke kîmyewî ya demarî ku cûreya wê ya teqez nekarîbû hatine bikaranîn. Tê ragihandin ku di encama êrîşê de zêdetirî 5 hezar kurd hatin şehîdkirin, û di navbera 7 hezar û 10 hezar sivîl jî birîndar bûne.
Bandorên komkujiyê bi salan dom kirin.

Bandorên êrişa kîmyewî bi salan berdewam kir

Di salên piştî êrîşa kîmyewî de, herêmê pirsgirêkên tenduristiyê yên giran dîtin. Digel ku gelek kes bi nexweşiyên kronîk re têdikoşiyan, bandorên êrîşê di zayînan û nifşên paşerojê de jî diyar bûn.

'Birîna neteweyî ya kurdan'

Êrîşa Halebçeyê wek yek ji mezintirîn êrîşên kîmyewî yên ku heta niha li dijî sivîlên Kurd hatiye kirin tê naskirin û di bîra miletê kurd de wekî trawmayeke kûr dimîne. Komkujiya Halebceyê di bîra Kurdan de wek 'birîneke neteweyî' ya din hatiye tomarkirin.
Ji aliyê din ve ji ber rewşa şerê Îran, Amerîka û Îsraîlê û êrişên li ser Herêma Kurdistanê li Momenta Helebçeyê rêwresmên girseyê nayên kirin. 

Komkujî li hin welatan wekî 'jenosîd' hatiye naskirin

Di 1ê Adara 2010an de, Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê Komkujiya Haleçceyê wekî 'kiryareke jenosîdê' nas kir. Wekî din, parlamentoyên gelek welatan êrîş şermezar kirin û ew wekî sûcek li dijî mirovahiyê bi nav kirin.

Di vê navberê de, kurd komkujiya Halebçeyê ya ku tê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîranînên ku her sal di 16ê Adarê de li Halebceyê û li bajarên cîhanê tên lidarxistin, bi bîr tînin. Di van bîranînan de, bangên ji bo ku çekên kîmyewî careke din li dijî ti gelî neyên bikaranîn û ji bo ku dadmendî ji bo qurbaniyên Halebçeyê were pêkanîn, dikevin rojevê.