Komkara Erebî: Tirkiye bila bê merc hêzên xwe ji Sûriye, Iraq û Lîbyayê veksîne
PeyamaKurd - Komkara Erebî, ji Tirkiyê daxwaz kir bê merc hêzên xwe ji Sûriye, Iraq û Lîbyayê vekşîne.
Komkara Erebî do Çarşemê, destwerdanên Tirkiye li karûbarên navxwe yên dewletên Erebî şermezar kir û daxwaz ji Enqere kir hêzên xwe yên li Sûriye, Iraq û Lîbyayê vekşîne.
Ev şermezarkirin û daxwaz, di ragihandina yekem civîna "Lijneya Erebî ya Lipeyçûna Destwerdanên Tirkiyê di Karûbarên Dewletên Erebî" de hat.
Di ragihandinê de hat diyarkirin, vê lijneyê hemû şêwazên destwerdanên dijminkarî yên Tirkiyê di karûbarên welatên Erebî de şermezar dike, bi taybetî destwerdanên li Iraq, Sûriye û Lîbyayê û herwiha weke binpêkirinên mezin ên yasayên navdewletî û biryarên Encûmena Asayîşê dibîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin