Komkara Erebî hewl dide ku hêzên Tirkiyê ji Iraqê derbixe
PeyamaKurd - Wezîrên Karên Derve yên welatên Erebî daxwaza vekişandina hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê kirin.
Wezîrên Karên Derve yên welatên Erebî di civîna 150 ya Komkara Erebî ya li ser asta wezîrên derve de bi serokatiya Sûdanê civiyan û ji Tirkiyê daxwaz kirin ku hêzên xwe yên li nav axa Iraqê vekişîne, ev jî ji bo cîbicîkirina biryara hejmara 7987 e, ku di 24ê Kanûna 2015an de ji aliyê Komkara Erebî ve derçûye.
Encûmena Komkara Erebî ji welatên endam daxwaz kiriye ku "ji hikûmeta Tirkiyê bixwazin ku destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de neke, herwiha dest ji tehrîkkirinê berde, ku bandor li ser bawerî û gefxwarina ser asayiş û seqamgîriya herêmê dike".
Komkara Erebî tekez kiriye ku piştgiriya hikûmeta Iraqê dike di pêkanîna rêkarên yasayên navdewletî de, bi armanca ku Tirkiye hêzên xwe ji axa Iraqê vekişîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin