'Komisyona Xisarên Qeyûm' hat avakirin, 'odeya luks a qeyûm' jî nayê bikaranîn
PeyamaKurd - Hevşaredarên Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik ragihandin ku ew dê odeya luks a qeyûm ku Mizrakli li ser twitterê dîmenên wê belav kiribûn û bi milyonan kesan temaşe kiribû bikar neyînin.
Hevşaredarê HDPê yê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli piştî dest bi kar kir û şaredarî ji qeyûm Cumalî Atîlla dewr stand, çûbû odeya meqam a qeyûm û dîmenên odeya meqam a luks, serşok û odeya bêhvedanê li ser hesabê xwe yê medya civakî bi raya giştî re parve kiribû û dîmena odeya qeyûmê Diyarbekirê ne tenê li Tirkiyê li cîhanê jî ketibû rojevê.
Bakın Bakın!
— Dr. Adnan Selçuk Mızraklı (@SelcukMizrakli) 16 Nisan 2019
Halkın parası ile kendilerine saraylar yapmışlar... Bütün israf ve şatafatlarını halka tek tek göstereceğiz.
Yorum sizin... pic.twitter.com/4Wg9t7pP9u
Doh jî hevşaredaran ‘Komîsyona Tespîta Xisarên Qeyûm’ ku ziyan gihandine bajêr hat avakirin. Dê ev komîsyon xebatê li ser îhaleyên qeyûm, razemenî, xebat û kirinên wan bike û raporekê amade bike.
'ODEYA QEYÛM BI 1 MILYON LÎRE HATIYE ÇÊKIRIN'
Hevşaredar Selçûk Mizrakli ku dîmenên odeya qeyûm parve kiribû diyar kir, odeya meqam, serşok û odeya bêhnvedanê bi 750 hezar lîreyî hatiye çêkirin. Lê piştî li ser fatûreyan lêkolîn hat kirin derket holê ku qeyûm meqamê xwe bi bihayê odeya qeyûm milyonek lîre jî derbas kiriye.
'EM BIKAR NAYÎNIN'
Mizrakli got ku ew dê bi tu awayî wir bikar neynin û da xuyakirin, “Çavê mirovan diwestîne. Dilê mirovan diwestîne. Emê bi meclîsa xwe ya şaredariyê re biryar bigirin û emê li ser bikaranîna awayê wan odeyan nirxandinekê bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin