Kobanê: Trump ne li dijî hevdîtina me û Sûrîyê ye
Serdarê Giştî ê YPG Mazlûm Kobanê, di Ronahî TV de axivî û behsa rewşa Rojava û axavtina xwe û Serokê Amerîkayê Donald Trump kir.
Mazlûm Kobanê, di axavtina xwe de anî zimên ku heta niha 205 şerkirên HSD di şerê navbera wan û Tirkîyê de şehîd ketine û zêdeyî 200 sivîl jî brîndar bûne.
Mazlûm Kobanê, behsa axavtina xwe û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî kir û got: " Daxwaza axavtina bi rêya telefonê ji wî hat. Trump li min geriya. Ew ne tenê bû, senator jî pê re hebûn. Ma daxwaza rawestandina şer kir, me daxwaz kir ku îstîqrara Sûrîyê xirab nebe. Trump soz da ku bi Erdogan re biaxive. Trump anî zimên ku ew ne li dij hevdîtinên YPG Rûsya û Sûrîyê ne."
Kobanê, piştre anî zimên ku Amerîka sozên xwe bi cîh neanîne û garantorîya xwe pêk neanîye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin