Koalîsyon: Me bi balafirê li xala rejîmê nexistiye, me bersiva guleyan daye

17 tebax 2020 20:18
Koalîsyon: Me bi balafirê li xala rejîmê nexistiye, me bersiva guleyan daye

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser nûçeyên ku li Qamişlo balafireke hevpeymaniyê xala leşkerî ya rejîma Sûriyê bombebaran kiriye daxuyanî da û red kir ku bi balafirekê rêbenda rêjîma Sûriyê li başûrê Qamişlo kirine armanc.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi zimanê Îngilîzî, Kurdî û Erebî ragihand, ti balafireke wan ew xala rêjîma Sûriyê nekiriye armanc û diyar kir, tenê wan bersiva guleyên li wan hatine barandin dane.

Daxuyaniya Hevpeymaniya Navdewletî li ser bûyerê:

“Koalisyona Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 17ê Tebaxê danê êvarê 9:20 de bi dema Sûriyê li nêzîkî Til Zeheb / Sûriye dema ku dewreya rojane ya li dijî DAIŞê pêk dianî, rastî xaleke kontrolê ya ku ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve hatiye dagirkirin hatin, piştî ku hêzên me peyama ewle ya derbasbûnê ji hêzên alîgirên rêjîmê wergirt, hewl dan xalê derbas bikin, lê bi hin kesên li nêzîkî xala kontrolê re ketin pevçûneke kurt ya çekî. Hêzên Koalisyonê di bin banê xweparastinê de bersiva çekî dan lê Koalisyonê ti êrîşeke hewayî bi kar neanî. Hêzên Koalisyonê vegeriyan baregeha xwe. Lêkolînên li ser vê bûyerê berdewam in.”

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) ragihandibû ku piştî rêbendeke artêşa Sûriyê li gundê Til Deheb li başûrê Qamişlo rê neda otombîlên Amerîkî derbas bibin, balafirên Amerîkî ew rêbend bombebaran kir û di encamê de leşkerk hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.