Koalîsyona Ereb: Me 4 balafirên Hûsiyan yên bombebarkirî îmha kir
24 hezîran 2021 02:53
PeyamaKurd – Hêzên koalisyona Ereb yên li dijî Hûsiyên Yemenê ragihandin ku 4 balafirên bêmirov yên bombekirî yên ku Hûsiyan wan ji Yemenê ber bi Erebistana Si’ûdî de şandine, li hewayê hatine îmhakirin. Ajansa Erebistanê SPA, nûçeya xwe biriye ser çavkaniya hêzên koalîsyona Ereb û belav kiriye.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku temamê êrîşên hewayî yên ji aliyê Hûsiyan de tênkirin, bi rêya sîstema parastina hewayî de ber li wan hatine girtin û tedbîrên bo parastina sîvîlan û li hemberê îhtîmala êrîşên di dahatûyê de tedbîrê sitendine.
Hûsî di mijarê de heya niha ti agahî nedane çapemeniyê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin