Koalîsyon: Em ê ISÎDê bi tevahî xilas bikin!

19 tîrmeh 2018 11:01
Koalîsyon: Em ê ISÎDê bi tevahî xilas bikin!

PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên ji bo têkoşîna bi IŞÎDê re Serheng Sean Ryan got ku niyeta me ew e ku em IŞÎDê bi tevahî ji herêmê xilas bikin.

Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên ji bo têkoşîna bi IŞÎDê re Serheng Sean Ryan ji çapemeniya Kurdî axivî û wiha got: “Me bi pêşmergeyan re li Çiyayê Qereçoxê li dijî IŞÎDê operasyoneke hevbeş kir. Em dixwazin ku pêşmerge jî roleke aktîf bistîne. Operasyon bi serkeftî dewam dike.  Em ê IŞÎDê bi tevahî ji herêmê paqij bikin.”

Ryan wiha berdewam kir: “Herêma Qereçoxê pir asê ye. Me li sih cihî IŞÎD bombebaran kir. Me 5 tûnêlên wan îmha kirin. IŞÎD xwe ji ber me diveşêre. Pêşmergeyên qehreman hene. Ev ji bo me avantajeke pir mezin e. Lewra armanca me hemiyan tunekirina IŞÎDê ye.