Koalîsyon: Em ê li hemberê ISID ê bi Pêsmerge re hevkariya xwe dewam bikin

02 mijdar 2021 05:06
Koalîsyon: Em ê li hemberê ISID ê bi Pêsmerge re hevkariya xwe dewam bikin

PeyamaKurd – Bi sedema êrîşa IŞİD ê ya ji bo ser Pêşmerge ya li Pirde ya bi ser bajarê Kerkûkê, heyeta Koalîsyonê seredana wezareta Pêşmerge kir. Di seredanê de heyeta koalisyona navdewletî ragihand ku wê li hemberê IŞİD ê hevkariya wan ya bi Pêşmerge re dewam bike.

Li gor ragihandina wezareta Pêşmerge; serokerkanê hêzên Pêşmerge Cemal Muhammed Emînkî, şêwirmendê leşkerî yê koalisyona navdewletî albay Tad Toros û heyeta pêre qebûl kir. Heyetê ragihand ku wê li hemberê terora IŞİD ê alîkariya xwe ya bo Pêşmerge dewam bikin.

Du şev berê li bajarê Kerkûkê li navça Pirde 2 pêşmerge di encama êrîşa IŞİD ê de hatibûn şehîd kirin.