Kino: Armanca sereke ya dewriyeyên hevbes ewlekariya herêmê ye

09 îlon 2019 03:35
Kino: Armanca sereke ya dewriyeyên hevbes ewlekariya herêmê ye

PeyamaKurd - Berdevkê HSDê Kino Gabriel got ku dewriyên hevbeş yên Amerîka û Tirkiyê, beşek e ji wê rêkeftina ku wan û Hevpeymaniya Navdewletî li ser li hev kirine û diyar kir, armanca sereke ya dewriyeyên hevbeş ewlekariya wan navçeyan e bo HSD bala xwe bide ser têkoşîna dijî DAIŞê û komên terorî yên din.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kino Gabriel da xuyakirin, ew protokol wê derfetekê bide HSDê ku bala xwe bide ser şerê DAIŞê û rûbirûbûna şaneyên razayî û got: “HSDê çekên xwe yên giran kişandiye, herwiha rêbend û xalên ne serekî jî di navbera Girê Spî û Serê Kaniyê de ji nav birine.”

Berdevkê HSDê ragihand ku ew operasyonên ku li devera sînorî li bakurê Sûriyê tên encamdan, beşek ji bernameya ku berê Hêzên Sûriya Demokrat, Hevpeymaniya Navdewletî û artêş û hikûmeta Tirkiyê li ser rêkeftibûn e ku ew jî tedbîrên taybet ji bo parastina deverên sînorî ye.

Kino Gabriel wiha pê de çû: “Bê guman ev bername çend xalan bi xwe ve digire, di nav de vekişandina hêzên me, rakirina hinek ji xalên ne serekî li wê navçeyê û vekişandina çekên giran, herwiha birêvebirina dewriyên hevbeş di navbera hêzên Amerîkî û Tirkî de, ku di destpêkê de 3 dewriyên esmanî yên hevbeş birêve çûne, herwiha îro yekem dewriyên hevbeş yên bejayî destpê kirine, ku wê dest bi çavdêriyê li Navçeya Aram di navbera Grê Sipî û Serê Kaniyê de bike.”

Berdevkê HSDê da zanîn, “Armanca sereke ya dewriyeya hevbeş ew e ku ewlekarî li wan navçeyan bihêz bibe, ev yek wê bibe derfetek ji bo ku Hêzên Sûriya Demukrat fokusa xwe bixe li ser rûberûbûna gefên grûpên terorîst weke DAIşê û ew girûpên din yên gef in li ser navçeyê.”