Almanyayê armanca sereke ya li dijî Îranê eskere kir

10 sibat 2023 01:34
Almanyayê armanca sereke ya li dijî Îranê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Karê Derve ya Almanyayê ragihand ku armanca sereke ya Yekîtiya Ewropayê pêşîgirtina rejîma Îranê ya bidestxistina çekên atomî ye û da zanîn, civînên li zindîkirina Peymana Nukleerî jî hatine rawestandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanayayê Andre Asase, di civîrneke rojnamevanî de ragihand: “Armanca me bi giştî pêşîgirtina bidestxistina Îranê ya çekên atomî ye û ev armanca dê her berdewam be û em ne li pey rikeberiyên çekên atomî li Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêz in.”

Rayedarê Alman got: “Nabe destê Îranê bigihîje çeka atomî û heta divê şiyana berhemanîna wê jî pê re nebe.”

Li aliyê din Ajansa Navneteweya Atomî ya li Viyanayê ji rejîma Îranê re daxwaz kiriye ku, derbarê dewsên uranyoma meyandî yên li sê cihên nehatine îlankirin şiroveyan bide û ji bo lêkolînên ser kargehên nukleerî derfetê bide wan.