Kîmyagera Kurd a li Brîtanyayê, Faniya Îsmaîl ji destê Serokwezîra Brîtanya Theresa May xelat wergirt.

11 adar 2019 23:18
Kîmyagera Kurd a li Brîtanyayê, Faniya Îsmaîl ji destê Serokwezîra Brîtanya Theresa May xelat wergirt.

PeyamaKurd - Dr. Faniya Îsmaîl ku di 1995an de ji paytext Hewlêrê koçî Brîtanyayê kiriye, hewl dide ku bi rêya dahnêna xwe ya nû ya maddeya îzolekirî, qedehên kaxezî yên bêplastîk çêbike, lewre di vî kaxezî de plastîk tune.

Li gor nûçêya Rudawê Kîmyagera Kurd Faniya Îsmaîl derbarê vê dahênana xwe da zanîn ku dema ew çûye Brîtanyayê, tenê peyvek jî bi îngilîzî nezanibûye, lê belê niha rewşa wê pir guheriye.

Faniya Îsmaîl, di derbarê dahênana xwe ya zanistî de got: “Di hilberîna qedehên qehweyê yên hazir de plastîk pir tê bikaranîn û plastîk jî ziyanê dide tenduristiya mirovan û sirûştê. Ji ber vê yekê min,maddeyeke cuda ku qedehên kaxezî îzole dike, hilberand. Ev madde dema li kaxez tê sepandin, nahêle ku ew kaxez ava germ an jî sar derbas bike.”

Kîmyager Faniya Îsmaîl bi vê dahênana xwe ya hawirdost, sûdê li aboriya Brîtanyayê jî dike.

Dahênana Faniya Îsmaîl ku ji alî tenduristî û aboriya tenduristiyê ve giranbûha ye, ji alî Serokwezîra Brîtanya Theresa May ve jî bi baldarî hate pêşwazîkirin. Theresa May, Kîmyagera Kurd Faniya Îsmaîl û 10 jinên serkeftî yên vî welatî vexwende Koşka Serokwezîrtiyê û ji ber xebatên wan ên zanistî xelat pêşkêşî wan kir.