Kim Jong gefa bikaranîna çeka nukleerî li dijî Koreya Basûr xwar!
28 tîrmeh 2022 23:21
PeyamaKurd – Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un gefa bikaranîna çekên nukleerî li dijî Koreya Başûr xwar û got, ew amade ne di şerekî de wan çekan bikar bînin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNAyê Kim Jong, di merasîma 669 saliya bidawîb3una şerê Koreyê de, ji gaziyên şer re gotarek pêşkeş kiriye û tê de gefa bikaranîna çekên nukleerî xwariye.
Kim Jong daye xuyakirin, "Welatê me amade ye, li gorî misyona hêzên çekdar, bilez çeka nukleerî ya bihêz bixe tevgerê.”
Kim herwiha Amerîka bi polîtîkayên dijminane û şeytankirina Koreya Başûr tawanbar kir û rahênanên leşkerî yên navbera herdu welatan wekî nîşaneya wê polîtîkayê rave kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsyayê bi eskereyî gefa bikaranîna çeka nukleerî xwar!
22 tbx 2022
Jiyan
Rusya: Em ê di bikaranîna çeka nukleerî de dudil nebin!
25 nsn 2023
Rojhilata Navîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin