Kîloya nebata safranê bi 4 hezar dolarî difrosin
PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Karabukê li navçeya Safranboluyê cotyar dest bi çandina nebata safranê kirin. Nebata safranê di gelek sehayan de tê bikaranîn. Di seha boya, kozmetîk û çêkirina derman de. Di nava xelkê û hekîmiyê de navê wê weka “nebata mûcîze” tê binavkirin. Li bazarê, bihayê wê serê kîloyê 4 hezar dolare û di dinyayê de yek ji baharatên herî bihaye.
Di mehên cotmehê û mijdarê de bejna wê digihê 15-30 cm yî û dest bi çinîna kulîlkên wê dikin. Ji giraniya xwe ya heyî dikare 100 hezar car zêdetir renge avê zer bike. Ji 80 hezar çîçekan tenê 500 gram safran çêdibe. Bo astimê, depresyonê, xewê rast dike, seretanê, aynzamirê, dil, çav û tansiyona xwînê dadixe.
Piştî çandinê dikarin 3 sal jê çîçekan hilînin û safranê bidest bixin. Koka wê weka koka pîvazêye.
Safran li Îranê, Hindistanê, Îspanyayê û welatên weka Yûnanistanê tê çandin û cûreyên wê hene ku ji aliyê sertîtiya wê, reng û aromayê de ji hev cudane.
Navê navçeya Safranboluyê her weha ji çandina wê tê ku navê wê dane navçeyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin