Efrîn | Çekdaran du ciwanên revandibûn bi hezar dolarî berdan
23 nîsan 2023 15:36
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komên çekdar ên bi ser Tirkiyê de, li gundewarê navçeya Raco ya Efrînê 2 ciwanên Kurd revandin û îşkence li wan kirin. Piştî dayîna hezar dolarî jî ew serbest berdan.
Li gorî zanyariyan çekdarên koma bi navê Feyleq El Mecd a bi ser Tirkiyê de, 2 ciwanên ji gundê Zerka yê navçeya Raco ya Herêma Efrînê revandine û îşkence li wan kirine.
Herwiha hat diyarkirin ku ew ciwan ji bo ku bi berdêla pere werin berdan hatine revandin û piştî dayîna hezar dolarên Amerîkî jî hatine berdan.
Fermandarê wê koma çekdar Ebû Welîd ku ji bajarokê Barîşa yê Idlibê ye û li gundê Zerka yê Racoyê, ciwanan direvîne û piştre jî wan bi dayîna hezar dolarî berdide.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Wesayîta çekdaran pêl ciwanên Efrînê kir: 4 birîndar
08 îln 2024
Cîhan
Çekdaran bi 400 dolar fîdye 2 Efrîniyên revandibûn berdan
19 hzr 2020
Koçber
3 hezar malbatên Efrînî û Ereb ji Tebqayê koçber bûn
18 rbn 2026
Teknoloji
SOHR: Li Efrînê 350 hezar kes hatin koçber kirin û 300 hezar kesên din hatin bicihkirin
10 gln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin