Kiliçdaroglu sedema girtina Demirtas eskere kir û got: Wê nîsana serefê hilgire!

08 îlon 2020 22:40
Kiliçdaroglu sedema girtina Demirtas eskere kir û got: Wê nîsana serefê hilgire!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel li Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di civîna meclîsa partiya xwe de, derbarê girtin û bernedana Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş û bizavkarê tirk Osman Kavala de daxuyanî dan.

Serokê CHPê herwiha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya binpêkirina mafên Demirtaş û daxwaza berdana wî jî bibîr xist û wiha axivî:

“Biryarên DMMEyê di hiqûqa navxwe de serdest in, lê Erdogan dibêje bicih neyînin. Çima? Selahattîn Demirtaş got, ‘em te nakin serok’ û loma di hûndir de ye. Madem tu min nakî serok, naxwe tê di girtîgehê de bimînî. Dibêje qey wê Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş jê re bêjin, ‘me kir tu neke’. Ew qet wisa nabêjin.”

Kiliçdaroglu herwiha diyar kir, “Yên ku bi neheqî di girtîgehan de ne, dê ew dema girtîmayînê wek nîşana şerefê li ser sînga xwe hilgirin. Wê bêjin, li hember bêdadiyê me bedel da û erka xwe bicih anî.”