CENTCOMê sedema rêgirtina li balafira Îranî eskere kir
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hûrgiliyên rêgirtina li balafira Îranê li ser asmanê Sûriyê eşkere kir.
CENTCOMê da xuyakirin ku ew balafir bi ser binkeya leşkerî ya Tenefê de difirî ku wan rêgirî lê kiriye.
Doh balafireke sivîl a Îranê ya kompaniya Mahan Airê li ser asmanê Sûriyê rastî tacîza balafireke şer a Amerîkayê hatibû û neçar mabû balafira îranî rêya xwe biguherîne.
Pêşî hatibû îdiakirin ku ew balafira rêgirî li balafira Îranê kiriye, balafireke keşfê ya Îsarîlê ye, lê belê piştre artêşa Amerîkayê ragihand, balafir a wan bûye û ji ber ku balafira Îranî li ser asmanê bingeha leşkerî ya Tenef derbas bûye, wan balafireke keşfê şandiye.
CENTCOMê li ser bûyerê ragihand: “Me erkekî asmanî asayî bi dûrbûna hezar metreyî ji balafira Îranî li asmanê Sûriyê pêk anî. Dema me erkê xwe yê asmanî pêk anî, balafir li ser asmanê binkeya Tenefê difiriya.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku sedema erka asmanî jî ew bûye ku piştrastkirina selametiya leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî li bingeha leşkerî ya Tenefê ya li Sûriyê bû.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, erkê asmanî li gor pîvanên navdewletî hate kirin.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê, Pol Urban jî got: “Me ji dûr ve çavdêriya balafirê kir û dema ku ji pîlotê balafira F15ê jê piştrast bû ku balafira Mahan a Îranî ye, li gor pîvanên navdewletî û bi qasekî ku pêwîst be, rê ji balafirê re vekir.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebbas Mûsewî ew bûyer wekî binpêkirina yasayên navdewletî bi nav kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin