Kiliçdaroglu li ser Demirtaş got: Poşman nîn im
Kemal Kılıçdaroğlu yê ku bi biryara dadgehê bû serokê CHPê diyar kir ku ew poşman nîn e ku ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterî ya Selahattîn Demirtaş dengê 'erê' daye.
RûpelNews - Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara dadgehê Kongreya 38emîn a CHPêhat betalkirin û bû Serokê CHPê beşdarî bernameya Sozcu TV bû û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Kiliçdaroglu, der barê rakirina parêzbendiya parlamenteriya Selahattin Demirtaş de ku dengê 'erê' da got: "Ne poşman in."
Ji hêla din ve Kiliçdaroglu diyar kir ku dozên wekî yên Selahattin Demirtaş, Can Atalay û Osman Kavala siyasî ne, lê pêvajoyên yasayî yên berdewam ên ku li dijî desthilatên herêmî yên di bin rêveberiya CHP'ê de ne, 'siyasî' nîn in.
Çi bibû?
20ê Gulana 2016an li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser banga Kemal Kiliçdaroglu ku wê demê Serokê CHPê bû parlamenterên CHPê dengê erê dan da ku parêzbendiya parlamenteran rabe. Bi dengê 'erê' ji zêdeyî 367 parlamenterên CHP, AK Parti û MHP guhertina makezagonan hat qebûlkirin û bi vî awayî parêzbendiya parlamenteran jî hat rakirin. Bi vî awayî rê li ber darizandina parlamenteran hat vekirin, ligel Selahattin Demirtaş gelek parlamenterên Kurd ketin girtîgehê.
