Kiliçdaroglu ji bo 'Herêma Ewle' hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê

08 tebax 2019 17:47
Kiliçdaroglu ji bo 'Herêma Ewle' hikûmeta Sûriyê vedixwîne Tirkiyê

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji bo avakirina “Herêma ewle” Hikûmeta Sûriyê vexwendiye Tirkiyê.

Li gorî raporta nivîskarê Haberturkê Muharrem Sarikaya, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandiye ku ew ê di derbarê pirsa Sûriyê de konferansekê saz bikin û dê Wezareta Derve ya Sûriyê jî vexwînin wê konferansê.

Kiliçdaroglu diyar kiriye, ew ê herdu aliyan, aliyê li dijî Serokê Sûriyê Beşar Esed û alîgirên Beşar Esad vexwînin wê konferansê, lê PYD û YPGê venaxwînin.

Kiliçdaroglu ji bo çareseriya pirsa bakurê Sûriyeyê ji hikûmeta Tirkiyê ya AKPê jî xwestiye ku bi awayekî fermî bê şert merc pêwendiyê bi Beşar Esad re deyne û gotiye: "Divê herêma ewle li bakurê Sûriyê bi danûstandina bi hikûmeta Sûriyê re were avakirin."

Piştî danûstandinên sê rojan ên li Enqerê yên Amerîka û Tirkiyê, ji bo avakirina herêma ewle li ser çend xalan lihevkirin çêbûbû ku biryar hatibû dayîn, 'Odeya Operasyonên Hevbeş' were damezirandin.

Hikûmeta Sûriyê jî îro li ser avakirina “Herêma ewle” ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve daxuyaniyek belav kir û ew hewldana Amerîka-Tirkiyê red kir û wekî dagîrkirin bi nav kir.