'Kiliçdaroglu hefteya bê di kombûna CHPê de dê biaxive'
Berdevkê CHPê Muslim Sari yê ku ji hêla Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara dadgehê bû Serokê CHPê hat wezîfedarkirin ragihand hefteya bê kombûna grûba CHPê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê dê bê kirin û Kemal Kiliçdaroglu dê bang li CHPyiyan bike.
RûpelNews - Piştî biryara dadgehê ya betalkirina kongreya 38. a CHP ku Ozgur Ozel wek Serokê CHPê hatibû hilbijartin û şûna wî Kemal Kiliçdaroglu wek Serokê CHPê hat destnîşankirin di nav partiyê de hin nakokî di nav rêveberiya nû ya berê de didome.
Bi vê biryarê diparlamentoya Tirkiyeyê de kîjan rêvebîr biaxive ev pirs demeke di siyaset û medyaya Tirkiyeyê de dihat nîqaşkirin.
Hefteya borî Ozgur Ozel wek serokê koma CHPê di kombûna CHP ya parlamentoyê de bang li parlamenterên CHPê kiribû.
Muslim Sari ku ji hêla Kiliçdaroglu ve wek berdevkê CHPê hat erkdarkirin ragihand hefteya bê Kemal Kiliçdaroglu di kombûna CHPê ya parlamentoyê de dê biaxive.
Sari amaje kir ku ji bo çareserkirina hin kêşeyên li nav partiyê şandeyekê dê ava bikin da ku ligel rêveberiya berê ya Ozgur Ozel biaxivin.
Her wiha Sari da zanîn ev ne li dijî lidarxistina kongreyê ne ji bo vê dikarin biaxivin lê ew li hêviya encama proseya darazê ne ku biryara betalkirina kongreya 38. ji sedî sed were teqezkirin.
