Kiliçdaroglu: Çima nasnameya min dikin mijara siyasetê?

02 hezîran 2022 20:51
Kiliçdaroglu: Çima nasnameya min dikin mijara siyasetê?

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Tirkiyê, Kemal Kiliçdaroglu li bajarê Konyayê bi cotkar û muxtaran re civiya.

Kiliçdaroglu di beşeke axaftina xwe ya bo cotkar û muxtaran de, rexne li siyaste li ser nasmeya mirovan tê kirin girt û got, “Kîjan ji we xwedî wê azadiyê ye ku dê û bavê xwe hilbijêre?”

Serokê CHPê ku bi xwe Kurdekî ji bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê ye di berdewamê de got: “Çima nasnameya min dibe mijara siyasetê? Tiştekî ku ne di destê min de ye, ji bo çi dibe mijara siyasetê?”

Herwiha Kiliçdaroglu ji muxtar û cotkarên Konyayê re diyar kir, qebeheta wan ew e ku wan berê nehatiye guhdariya wan nekiriye, lê ji bo deng nedane wan jî hêrs bûne û ew niha tê guh dide derdê wan ji ber ku ji bo heq, hiqûq û edaletê têkoşînê dide.