Mazlûm Ebdî: Em sanaziyê bi nasnameya Sûriyê dikin

02 tebax 2021 14:33
Mazlûm Ebdî: Em sanaziyê bi nasnameya Sûriyê dikin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di civîna salane ya meclisên leşkerî yên HSDê de axivî û diyar kir, ew şanaziyê bi nasnameya Sûriyê dikin û dixwazin pirsgirêkên xwe ligel hikûmeta Sûriyê çareser bikin.

Di civîna ku fermandarên hêz û meclisên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê, şandeya Hevpeymaniya Navdewletî û rayedarên Rêveberiya Xweser beşdar bûn, Mazlûm Ebdî careke din dubare kir ku HSD amade ye bi hemû aliyên ku dixwazin aloziya Sûriyê çareser bibe re diyalogê bike û wiha got: “Em bi diyalogê, agirbest, diyaloga Sûrî-Sûrî, çareseriya siyasî û çareserkirina pirsgirêkên bi hikumeta Şamê re ne. Divê peyama me şaş neyê fêmkirin. Daxuyaniyên hikumeta Şamê yên derbarê hêzên me nayên qebûlkirin û nakeve xizmeta Sûriyan. Ew hêzên me bi îxanetê û parçekirina welêt tawanbar dike. Em ji wan re dibêjin, we ev herêm ji DAIŞ û komên terorîst re hiştin. Hêzên me, yên ku ev herêm rizgar kirin û parastina gel dikin.”

Herwiha Mazlûm Ebdî destnîşan kir, ew serfiraz e ji ber ku ji Sûriyê ye û wiha domand: “Em bi nasnameya xwe ya Sûrî serbilind in. Hemû hêzên di bin sîwana HSDê de, bi vê yek serfiraz in. Di civîna berê de me biryareke girîng girt ku sazûmaniya HSDê biguherînin. Lê ji ber êrişên dewleta Tirkiyê û pandemiya Koronayê ev biryar û gelek biryarên din nehatin pêkanîn.”

Mazlûm Ebdî derbarê guhertina demografiya herêmên ku dewleta Tirkiyê dagir kirine jî axivî û eşkere kir, guhertina demografiyê bê navber berdewam e û dewleta Tirkiyê rojane agirbestê binpê dike û hevkariya wan a bi hêzên Rûsyayê re ya ji bo parastina agirbestê li sînorên bakur berdewam e.