Kilicdaroglu bo Erdogan: Ji hilbijartinan netirse yan jî bitirse, wê di dema xwe de bê kirin!

14 sibat 2023 23:57
Kilicdaroglu bo Erdogan: Ji hilbijartinan netirse yan jî bitirse, wê di dema xwe de bê kirin!

PeyamaKurd – Piştî erhejên mezin ên Mereşê ku li 10 bajaran wêrankariyeke mezin bi xwe re anî, hikûmeta bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li 10 bajaran Rewşa Awarte (OHAL) bo 3 mehan ragihand û berpirsên hikûmeta AKP-MHPê niha paşxistina hilbijartinên 2023yan tînin rojevê.

Rayedarekî Tirk roja Pêncyemê ji Reutersê re gotibû ku li ber lidarxistina hilbijartinan di 14ê Gulanê de bi sedema karesata erdhejê astengî hene.

Duh jî yek ji damezrînerê AKPê Bulent Arinç, daxuyaniyeke belav kir û xwest, ligel binpêkirina Destûra Bingehîn a Tirkiyê ku tenê di şer de dikarin hilbijartinan bipaş bixin, hilbijartin heta salekê were paşxistin.

Opozîsyona Tirkiyê bertekên tund li dijî daxuyaniyên paşxistina hilbijartinan nîşan da ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu jî îro 14ê Sibatê li ser Twitter peyamek belav kir û ji bo Erdogan got, “Vî welatî 20 sal dan te. Bi saya te darbe çêbû. Di pandemiya Covid-19 de te xelk mihtacê 5 maskeyan kir. Daristanên me şewitîn, te balafir peyde nekir. Te aborî hilweşand. Tu tim bêkêr bûyî.”

Di dewamê de jî Kilicdaroglu got: “Ne salek rojeke me jî tune ye em bidin te. Em êdî nikarin li ber vê bêkêriya te debar bikin. Ji hilbijartinan netirse, yan jî bitirse, wê hilbijartin di dema xwe de bê kirin!”