Erdogan bo Kilicdaroglu: Bêehlaq, adî, bênamûs…

21 sibat 2023 23:04
Erdogan bo Kilicdaroglu: Bêehlaq, adî, bênamûs…

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 21ê Sibatê ligel Serokê MHPê Devlet Bahçelî serdana bajarê herêma erdhejê Osmaniye kir û li wir axaftinek kir. Erdogan li ser ji nû ve avadankirina herêmên erdhejê got, “Min dest bi avêtina gavên bo avakirina xaniyên mayînde kir. Hûnê salekê destûrê bidin me."

Erdogan, di axaftina xwe de li ser rexne û daxuyaniyên xemsarî û derengçûna hawarê ya sazî û dezgehên girêdayî hikûmetê yên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu, gotinên tund kirin.

Erdogan li ser rexneyên Kilicdaroglu got:

“Me ji bo tehlîyekirin û asayîşa hemwelatiyên xwe hemû derfetên xwe bi kar anîn. Lê bêterbiye bêterbiyetiya xwe bernade. Kesek derketiye dibêje; Kizilay (Heyva Sor) li ku derê ye, me xwarin û çadira wê nedîtiye? Bê ehlaq, bênamûs, adî… Ma bêwijdaniyeke wiha dibe? Kizilay xwarinê digihîne 2,5 milyon kesan. Nayê qebûlkirin ku wisa bi bêehlaqî dev bavêjin sazî û dezgehên welatê xwe. 300 hezar çadir hatine danîn. Em 376 hezar welatiyan li malên xwendekaran dikin mêvan.”