Kiliçdaroglu: Azad nekirina Demirtas karesatekî hiquqî ye!

23 îlon 2019 16:26
Kiliçdaroglu: Azad nekirina Demirtas karesatekî hiquqî ye!

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, azadnekirina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş karesateke hiqûqî ye.

Serokê Giştî yê Partiya Komariay Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu daxuyakirin, di demeke nêzîk de çaksaziya dadgehkirinê û projeyasaya lêborînê dê were rojeva Parlamentoya Tirkiyê (TBMM)û ew ê li ser gengeşe bikin.

Kiliçdaroglu got, ji parlamenter û heya mafnas û rêveberên rêxistinên sivîl û xwendekarên leşkerî hezaran kes di zîndanan de bêguneh girtî ne û Tirkiye êdî li cîhanê wek welatekî nedadwer tê binavkirin.

Kiliçdaroglu got, diviyabû hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş hatiba azadkirin, lê li ser daxwaza desthilatê careke din hatiye girtin ku ev karesateke mafnasiyê ye.

Ev yek di demekê de ye, roja 20ê Îlonê Dadgeha Sizayên Giran a Enqerê biryara zîndanîkirina hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag derxistibû.