Demirtas pistgirî da Kiliçdaroglu: HDP helbet muxatab e!..
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşwazî li daxuyaniya Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilişdaroglu ya derbarê çareserkirina Pirsa Kurd de ku HDP wekî muxateb nîşan da kir. Parlamentarên HDPê yên wekî Sezaî Temellî û Omer Ocalan li ser gotinên Kiliçdaroglu ku li şûna Îmraliyê HDP wekî organeke meşrû nîşan dabû bertek nîşan dabûn û ji bo çareseriyê îşaret bi Abdullah Ocalan kiribûn.
Selahattin Demirtaş di peyama ku li ser Twitterê hatiye belavkirin de got, ‘Tişta ez dizanim HDP pirsa Kurd jî tê de, talibê çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyê ye. Xwedî îrade ye û aktoreke siyasî ye ku helbet muxatab e. Navnîşana çareseriyê jî helbet parlamento ye.”
1- Benim bildiğim HDP, Kürt sorunu dahil olmak üzere, Türkiye’nin tüm sorunlarının çözümüne taliptir, irade sahibi siyasi bir aktördür ve elbette muhataptır. Çözümün adresi de doğal olarak TBMM’dir.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) September 21, 2021
Demirtaş di dewamê de diyar kir: “Bê guman, HDP xwediyê zanebûn û ezmûna siyasî ye ku beşdarbûn û muxatabê vekirî û zelal ê hemû partî û beşan di çareseriya pirsgirêka Kurd de bizane. Anîna nîqaşên bêkêr û jixwe westiyayî alîkariya çareseriyê nakin.”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvînekê de gotibû: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye. Em dikarin HDPê wek organek rewa bibînin. Piştgiriya xelkê heye, hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirsgirêk çareser bibe, bi organeke rewa, bi HDPê re em dikarin çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e HDP li parlamentoyê be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin