Keyhan Kelhor ji bo êrîsa li dijî Rojava konserta xwe ya li Tirkiyê betal kir

12 cotmeh 2019 12:34
Keyhan Kelhor ji bo êrîsa li dijî Rojava konserta xwe ya li Tirkiyê betal kir

PeyamaKurd - Hunermendê kurd ê bi nav û deng ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye Keyhan Kelhor ji bo Rojavayê Kurdistanê konserta xwe ya li Stenbolê betal kir.

Keyhan Kelhor ragihand ku wî konserta xwe ya li Stenbolê ji ber êrişa Tirkiyê bi ser Rojavayê de betal kiriye. Kelhor got, “îşev bi êşeke kûr ji bo xwişk û birayên xwe yên Kurd, ji bo zarokên ku nikarin di nav nivînê xwe de bi rehetî razên distirêm.”

Keylhor herweha got: "Şev û rojên dijwar ên me Kurdan bi dawî nebûne lê bi heman awayî hêz û îstiqamet û berxwendana me jî dê bi dawî nebe." 

KEYHAN KELHOR KÎ YE?

Muzîkjenê kurd Keyhan Kelhor (Kayhan Kalhor) di sala 1963yan de li bajarê Kirmanşanê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Kelhor, ji dema zaroktiyê ve bi muzîkê re elaqedar bûye û cara ewil bi awayekî profesyonel di Orkestraya Televizyon û Radyoya Niştimanî ya Îranê de xebitiye. Ji gelek ustadan fêrî amûrên muzîkê bûye û di 20 saliya xwe de bi muzikjenê bi nav û deng Mihemed Riza Lutfî re xebitiye. Keyhan Kelhor bi koma xwe ya Silk Road “Xelata Giyanê Mirovahiyê ya Issac Stern a 2008an” stendiye. Kelhor niha li New Yorkê li zanîngehekê dersên muzîkê dide.