Keyhan Kelhor bastirîn xelata mûzîka cîhanê ya WOMEXê wergirt
PeyamaKurd - Hunermendê kurd ê bi nav û deng ku bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye Keyhan Kelhor wek “Hunermendê Salê” yê cîhanê hat hilbijartin û xelata WOMEXê wergirt.
Festîvala mûzîkî ya WOMEX, ku her sal li welatekî tê lidarxistin, îsal li Finlandiyayê hat lidarxistin. Bi hezaran hunermendên navdar yên cîhanê beşdarî wê festîvalê dibin. Di festîvalê de îsal hunermendê navdarê kurd Keyhan Kelhor wek “Hunermendê Salê” yê cîhanê hat hilbijartin û xelata WOMEXê wergirt.
Congratulations @KayhanKalhor, recipient of the #WOMEX19 Artist Award! pic.twitter.com/s81fQxsC60
— WOMEX (@womex) October 27, 2019
Malpera WOMEX ragihandiye, ji ber wê yekê xelata WOMEX dane Keyhan Kelhor çimkî ew di mûzîkê de hosta û jêhatî ye û her dem tiştên nû diafirîne.
Hêjayî gotinê yeku Festîval û xelata WOMEXê ji sala 1999an û vir ve tê lidarxistin û dayîn.
Muzîkjenê kurd Keyhan Kelhor (Kayhan Kalhor) di sala 1963yan de li bajarê Kirmanşanê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Kelhor, ji dema zaroktiyê ve bi muzîkê re elaqedar bûye û cara ewil bi awayekî profesyonel di Orkestraya Televizyon û Radyoya Niştimanî ya Îranê de xebitiye. Ji gelek ustadan fêrî amûrên muzîkê bûye û di 20 saliya xwe de bi muzikjenê bi nav û deng Mihemed Riza Lutfî re xebitiye. Keyhan Kelhor bi koma xwe ya Silk Road “Xelata Giyanê Mirovahiyê ya Issac Stern a 2008an” stendiye. Kelhor niha li New Yorkê li zanîngehekê dersên muzîkê dide.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin