Fîlmê "Tercûme" xelata bastirîn fîlmê bi zimanê bîyanî sitend
PeyamaKurd – Fîlmê hunermendê Kurd Omer Faruk Baran ê bi navê ''Tercûme'' (2022) di 1 Minute Film Festival a Cape Townê de, xelata baştirîn fîlmê bi zimanê bîyanî sitend. Baran xelata xwe diyarî zarokên ku dersên Kurdî, (Kurmancî - Zazakî) bijartine kir.
Fîlmê hunermendê Kurd Omer Faruk Baran ê bi navê ''Tercûme'' (2022) di 1 Minute Film Festival ya Cape Townê ya Afrîkaya Başûr de, xelata baştirîn fîlmê bi zimanê bîyanî sitend.
Baran li ser sitendina xelatê diyar kiriye: “Zarokên ku dersên Kurdî bijartine, hêviyên min ji nû ve geş kirine û ez hêvî dikim ku ew zarokên bi zimanê xwe mezin dibin, fîlmên çêtir çêkin.”
Fîlma Baran ê ''Tercûme'' 1 deqîqe ye lê ew dibêje wî ew fîlm di 7 salan de kişandiye. Li gor sînopsîsa fîlma 1 deqeyî, di sala 2015an de komek xebatkarên tendirustiyê hewil didin sînorê Kobaniyê qaçax derbas bikin. Xebatkarên tendirustiyê Kurdî, rêber Tirkî nizane. Wergera tercûmên di rêya bi talûke de nîvçe dimîne.
Herwiha Baran daye zanîn, fîlmê wî yê bi navê ''Tercûme'' heta niha li Swêd, Brezîlya, Îtalya, Hong Kong, Hîndistan û Japonê ketiye nav jimareke bijarteyên fermî yên festîvalan.
Baran destnîşan kiriye, filmê ''Tercûme'' berî xelata 1 Minute Film Festivalê, li White Unicorn International Film Festivalê jî xelata derhênerê baştirîn fîlma pêşî sitendibû.
Omer Faruk Baran ji xeynî derhêneriyê, parêzer e û bi nivîskarî û rojnamegeriya xwe ve jî tê nasîn. Herwiha pirtûkeke wî ya helbestan û romaneke wî jî heye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin