Ketina Katedrala Kolnê dibe bi pere

02 hezîran 2026 17:12

Katedrala Kolnê (Kölner Dom), ku yek ji sembolên herî girîng ên geştyarî û olî yên Almanyayê ye, dê ji 1ê Tîrmehê dest bi standina heqê ketinê ji geştyaran bike.

Ketina Katedrala Kolnê dibe bi pere

RûpelNews - Li gorî nûçeya Weltê, di daxuyaniyeke ku ji aliyê rêveberiya katedralê ve hatiye weşandin de hat destnîşankirin ku dê ji bo serdankeran heqê ketinê yê 12 euroyî were danîn da ku lêçûnên lênêrîn, ewlehî û xebatê werin vegirtin. Lêbelê, kesên ku dixwazin îbadet bikin, dua bikin an jî mûmekê vêxin dê bikaribin bêpere bikevin katedralê.

Berpirsê darayî yê katedrale Clemens van de Ven, destnîşan kir ku lêçûna rojane ya parastina avahiyê, ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de ye, nêzîkî 44 hezar euroyî ye û diyar kir ku dahata ku were bidestxistin dê ji bo parastina katedralê bibe alîkar.

Di rojên taybet de bêpere ye

Rêveberiya katedralê her wiha tekez kir ku ev pêngav dê ji aliyê civakî ve hevseng be. Dê ji bo hin koman, bi taybetî zarokan, derbasbûna bêpere û vebijarkên bilêtên bi erzanî hebin. Her wiha, serdanker dê di cejnên olî yên diyarkirî û bûyerên taybet de ji heqê têketinê nedin.

Digel ku piraniya katedral û dêrên sereke yên li Almanyayê hîn jî têketina bêpere pêşkêşî serdankeran dikin, li gelek welatên Ewropayê ev demeke dirêj e ku heqê têketinê tê standin.

Cihên îbadetê yên mezin ên wekî Sagrada Família li Spanyayê, Katedrala St. Stephen li Nemsayê û Westminster Abbey li Brîtanya ji serdankeran heqê têketinê distînin.

Raporê her wiha behsa pratîkên li Tirkiyeyê jî kir. Hat destnîşankirin ku Mizgefta Sultanahmet ji bo hemû serdankeran bêpere vekirî ye, lê hat gotin ku li Hagia Sophia û Mizgefta Kariye ji serdankerên ne misilman re heqê ketinê tê standin.