Rapora meyla dengdêrên Kurd: Neteweperestî di nav Kurdan de xurtir dibe
PeyamaKurd – Lêkolîna Spectrum House diyar dike ku hestên neteweperestiyê di nav kurdan de roj bi roj zêde dibin.
Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum House di civîna çapemeniyê ya ku ji bo pîvandina meylên siyasî yên hilbijêrên Kurd li dar xist de daxuyanî da. Rapor ji aliyê Rêveberê Giştî yê Spectrum House, Civaknas Dr. Azad Bariş hat ragihandin.
Bariş da zanîn ku lêkolîna di navbera 15-28ê Tebaxê de hatiye kirin, li 12 parêzgehên li 12 parêzgehên Agirî, Dîlok, Êlih, Çewlik, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg, Wan û Stenbol, Enqere û Mêrsînê ku nifûsa Kurdan lê pir zêde ye, bi 1508 hilbijêrên Kurd re rû bi rû hat lidarxistin.
Bariş, diyar kir ku lêkolîn bi rengekî rasthatinî hatiye kirin û dengdêr bi rêjeya dengên partiyan weke referans hatine girtin.
Ji sedî 34,9 xwe weke 'neteweperest' pênase dikin.
Li gorî lêkolînê ji sedî 34,9ê Kurdan xwe weke “netewperestên Kurd”, ji sedî 23,2 wek “muhafazakar” û ji sedî 19,9 jî wek “sosyalîst” pênase dikin.
Ji aliyê din ve ji sedî 67ê dengdêrên Kurd dixwazin li Tirkiyê hilbijartinên pêşwext bên kirin.
Hilbijêrên Kurd, ji bilî çareseriya pirsgirêka Kurd, herî zêde krîza aborî bi fikar in.
Herwiha li gorî encamên raporê, dengdêrên Kurd ji Partiya DEMê daxwaz dikin ku polîtîkayên wekhevî, dadmendî û ziman zêdetir derxin pêş.
Herwiha dixwazin ku Partiya DEMê zêdetir nasnameya Kurdî hembêz bike.
“Partiya DEM li Kurdistanê bihêz e, AK Partî lawaz dibe”
Rêveberê Spectrum House Dr. Azad Bariş armanca lêkolînê wiha vegot:
“Armanca vê lêkolînê eşkerekirina helwest û meylên dengdêrên Kurd e. Helwesta wan li hember partiyan çawa ye, çawa dinirxînin? Em dibînin ku DEM Partî li Kurdistanê bihêz e, lê desthilata AK Partiyê lawaz dibe. Siyaseta Erdogan û AK Partiyê ya li hemberî Kurdan dibe sedem ku bandora xwe ya di nav Kurdan de winda bike."
Di raporê de tesbîta herî balkêş ew e ku neteweperestî roj bi roj di nav Kurdan de berbelavtir dibe.
Li gorî pisporan, heta ku dewlet û hikûmet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd polîtîkayên xwe pêş nexin, dê kurd zêdetir parastina nasnameya xwe û Kurdbûna xwe bikin.
Bariş diyar kir ku li gorî erdnîgariya ku lê dijîn feraseta Kurdan, helwesta çandî ya li ser nasname û helwesta siyasî diguhere û cudahiya helwestê wiha nirxand.
“Parastina nasnameyê li parêzgehên Kurdan zêdetir e”
“Kurdên ku li parêzgehên Kurdan dijîn, zêdetir bi nêzîkatî û pêkanînên îdeolojîk ên dewletê yên li ser herêma Kurdistanê re rû bi rû ne. Polîtîkayên çewisandin, otorîterîzm û meylên navendîbûnê yên ku bi taybetî piştî sala 2015an careke din bi hêz bûn, nasnameya Kurd hîn kûrtir dike.
“Kurdên li parêzgehên Tirkiyê dijîn nermtir in”
Kurdên li bajarên Kurdan dijîn ji bo parastina nasnameya xwe û zindî hiştina nirxên xwe yên çandî li dijî polîtîkayên çewisandinê xwedî motîvasyoneke bihêztir in. Kurdên li parêzgehên Tirkiyeyê dijîn, ne tenê bi polîtîkayên çewisandinê re rû bi rû ne, di heman demê de bi avahiyeke civakî ya ku têgeha neteweya serdest tê de belav bûye, rû bi rû ne.
“Neteweperestiya Kurd roj bi roj bihêztir dibe”
Koordînatorê Mala Spectrum Zekî Gurur der barê mijarê de wiha got:
“Di lêkolîna me de hema bêje ji sê Kurdan yek xwe wek neteweperestên Kurd pênase dike. Pirsgirêka Kurd ev 200 sal in didome û hîn jî çareser nebûye. Lewma nasyonalîzma Kurd roj bi roj bihêztir dibe.”
Li gorî raporê, ger sibe hilbijartin bihata kirin, dê li bajarên Kurdistanê DEM ji sedî 60,8, AK Partî ji sedî 16,5 û CHP jî ji sedî 11,7 deng bigirta.
Dengên herî zêde ji bo Demîrtaş
Ji aliyê din ve ji sedî 51.2ê dengderên Kurd dibêjin, eger îro hilbijartinên serokomariyê çêbibin wê dengê xwe bidin Selahattin Demirtaş. Erdogan bi rêjeya ji sedî 20,5 di rêza duyemîn de ye. Ekrem Îmamoglû ji sedî 9,6, Ozgur Ozel ji sedî 5, Mansur Yavaş ji sedî 3,3 tê pîvandin.
Di vir de yek ji xalên girîng Îmamoglû ye, dema ku dengdêrên Kurd di hilbijartinên herêmî de piştgirî dan Îmamoglû, em dibînin ku helwesta wî guherî. Zextên li ser nasnameya Kurd dibe sedem ku hilbijêr helwesta xwe biguherînin.”
Li gorî encaman, dema ku AK Partiyê li bajarên Kurdan dengên xwe wenda kir, dengên CHPê zêde nebû. Lê belê balê dikişîne ku CHPê di nava Kurdên li metropolan de dengên xwe zêde kir. Li gorî texmînan li Stenbolê nêzî 5 mîlyon Kurd dijîn. Piraniya Kurdên Stenbolê daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd dikin.
Hêviyên ji Partiya DEMê
Li gorî lêkolîna Spectrum House, dengdêrên Kurd daxwaz ji partiya sereke ya kurdî, DEM, dikin ku pêşî li siyaseta wekhevî, dadmendî, aştî û perwerdeya Kurdî bigire.
Dengdêrên Kurd diyar dikin ku ew ji Partiya DEMê hêvî dikin ku neteweperestiya Kurd zêdetir xurt bike û pirsgirêka Kurd di rojevê de bihêle.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin