Kestiya alîkariyê ya ji bo Xezzayê ji Kibrisê derket rê
PeyamaKurd – Keştiya bi navê Open Arms ya ku wê alîkariyê bibe Xezzayê, ji Kibrisê derket rê. Keştî bi hevkariya rêxistinên sîvîl yên civakî, bi hevkariya Open Arms û Metbexa Merkezê ya Dinyayê (WCK) hatin amadekirin û ji Kibrisê derketiye rê.
Keştî ya duyeme ku diçe Xezzayê û di rêya deryayê de alîkariyê dibe. Rêxistina WCKê navenda wê Amerîkaye û bi tonan alîkariyê bi rêya keştiya Îspanyayê ya bi navê Open Armsê ku ya rêxistina bi heman naviye, di rê de ye. WCKê li ser mijarê got:
“Me bi hevkarên xwe re vê rêyê vekir. Bi vê rêyê, heya dibe wê di sedan ton alîkarî here ji bo xelkê Fîlîstînê.”
Li ser mijarê rêxistina Open Arms jî weha got:
“Wê bi vê korîdora deryayê, ew pêdiviya lezgîn ya ji bo Fîlîstînê, wê sedan ton alîkarî bigihê Filistinê. Temamê rêyên mirovî ku herin Filistinê giringiya wan heye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin