Keştî ji ber dorpêça Amerîkayê vedigerin

18 nîsan 2026 15:39

Fermandeya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku DYA berdewam e li ser sepandina dorpêçê li ser keştiyên ku dikevin û ji benderên Îranê derdikevin.

Keştî ji ber dorpêça Amerîkayê vedigerin

RûpelNews - CENTCOMê ragihand ku DYA berdewam e li ser sepandina dorpêça li ser keştiyên ku dikevin û ji benderên Îranê derdikevin.

Di parvekirineke li ser platforma medyaya civakî Xê, wêneyekî keştiya "USS Canberra" ku li Deryaya Erebî nobedariyê de ye, hat weşandin.

Di parvekirinê de hat gotin: "Ji destpêka dorpêçê ve, li gorî rênîşandanên DYAyê 23 keştiyên ku ber bi bender û peravên Îranê ve diçûn, hatine vegerandin. Hêzên amerîkî dorpêçeke deryayî li ser keştiyên ku dikevin bender û peravên Îranê û ji wan derdikevin, bi cih tînin."

Rewşa Tengava Hurmuzê

Duhî Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku Tengava Hurmuzê hatiye vekirin.

Fermandariya Navendî ya Hatemul Enbiya, yekîneya Hêzên Çekdar ên Îranê ya ku berpirsiyarê meşandina şer e, her wiha îro di daxuyaniyekê de ragihand ku kontrola Tengava Hurmuzê ji ber berdewamiya dorpêça deryayî ya DYAyê vegeriyaye rewşa xwe ya berê.