Kerkûk | 'Kurdên Kakeyî ti carî daxwaza ku bibin hêzeke Hesda Seibî nekirine'
13 berfanbar 2020 15:53
PeyamaKurd - Doh 12ê Kanûnê hatibû ragihandin ku li Kerkûkê hêzeke ji kurdan a Heşda Şeibî hatiye avakirin û hatibû îdiakirin ku kurdên kakeyî jî daxwaza avakirina hêzeke wisa kirine.
Li ser wan îdiayan mezinekî kurdên kakeyî bi navê Mihemed Îbrahîm Axayê Kakeyî ji BasNewsê re gotiye, “Wisa hatiye belavkirin ku qaşo bavê min ku serok eşîrekî kurdên kakeyî ye, dawaz kiriye kurdên kakeyî jî bibin çekdarên Heşda Şeibî.”
Mihemed Îbrahîm Axayê Kakeyî dibêje, ew nûçe û îdia hemû derew in ji ber ku tiştekî wisa nîne û bavê min jî daxwazeke wiha nekiriye.
Kakeyî da zanîn, kurdên kakeyî ti carî daxwaza avakirina Heşda Kakeyî nekirine û nakin jî.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rêveberiya Kerkûkê dixwaze 500 malên Kurdên Kakeyî biruxîne
27 adr 2022
Cîhan
Nêçîrvan Barzanî daxwaza parastina mafên kurdên Sûriyeyê kir
14 sbt 2025
Jiyan
YEyê, daxwaza qutkirina besek ji fona Macarîstanê kir
18 îln 2022
Jiyan
Daxwaza Kurdên Sûrîyê ji dewleta Samê
03 mjd 2018
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin