Kerkûk | Bi hatina Pêsmerge re li Sergeranê rewsa ewlehiyê aram bû
PeyamaKurrd – Piştî êrîşa terorîstên DAIŞê yên dawiya sala 2021ê li ser nehiyeya Sergeran a qezaya Dubiz a parêzgeha Kerkûkê, bi fermana Serok Barzanî hêzeke Pêşmerge li gundê rastî êrîşê hatibû, bicih bûbû.
Li gorî daxuyaniyên rêveberên nehiyeya Sergeranê piştî hatina Pêşmerge li wê deverê rewş aram bûye.
Herwiha operasyona hevbeş a doh 7ê Sibatê ji aliyê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ve li dijî DAIŞê hatibû kirin jî wekî gaveke girîng ji bo aramiya herêmê û jiholêrakirina valahiya ewlehiyê tê nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, gundê Lihêban ê nehiyeya Sergeran dawiya sala 2021ê rastî êrîşeke mezin a DAIŞê hatibû û ji bilî kuştina hejmarek kesan gundî neçar mabûn terka malên xwe bidin. Piştî ku bi fermana Serok Barzanî Pêşmerge bo deverê hatibûn şandin jî careke din şênî vegeriyabûn ser malên xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin