Keça Hozan Canê ku diya wê li Tirkiyê girtiye hat girtin

10 îlon 2019 02:16
Keça Hozan Canê ku diya wê li Tirkiyê girtiye hat girtin

PeyamaKurd – Keça hunermenda Kurd a hemwelatiya Almanyayê Hozan Canê ku dema xebatên hilbijartinên 2017an piştî ku beşdarî bernameyeke HDPê bûbû hatibû girtin, îro li Edirneyê hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Keça Hozan Canê, Gonul Ors beriya niha ji bo serdana diya xwe ya ku li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan dimîne hatibû Tirkiyê û ew jî hatibû binçavkirin û piştre bi kontrola edlî serbest hatibû berdan.

Ors, dema xwestiye biçe mala xwe ya Almanyayê, îro li sînorê bajarê Edirne hat binçavkirin û piştre bo Girtîgeha Edirneyê ya Jinan hat veguhestin.

Parêzera Gonul Ors, Newroz Akalan ku di heman demê de parêzera Hozan Canê ye jî ragihand ku muwekîla wan Gonul Ors bi hinceta binpêkirina sînor li Edirneyê hatiye binçavkirin û piştre jî ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin ku ew bo Girtîgeha Edirne ya Jinan hatiye veguhestin.

Hozan Canê ku bi çend tawanên cuda dihat dadgehkirin, di danişîna li Dadgeha Cezayê Giran a Edirneyê de, bi 6 sal û 3 mehan ji endamtiya rêxistinê hatibû sizadan.

Dadgeha Tirkiyê 6 sal ceza li Hozan Canê birî

Hunermenda kurd Hozan Canê li Tirkiyê hat binçavkirin