Kazimî û Erdogan axivîn: Dixwaze serdana Bexdayê bike...

16 gulan 2020 01:06
Kazimî û Erdogan axivîn: Dixwaze serdana Bexdayê bike...

PeyamaKurd - Serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê axivîn.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî bi Mistefa Kazimî re pêk aniye ji ber erka wî ya serokwezîrtiyê pîrozbahî lê kiriye.

Erdogan ji Kazimî re gotiye ku dixwaze di nêzîktirîn demê de serdana Bexdayê bike û li ser pêwendiyên herdu welatan danûstandinê bikin.

Hat diyarkirin ku Erdogan amadebûna Tirkiyê ji bo piştevaniya Iraqê ya di warê siyasî, ewlehî û aborî de derbirîye.

Li gorî daxuyaniyê Mistefa Kazimî ji Erdogan re gotiye ku Iraq dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyê re bihêz bike.

Herwiha di pêwendiya telefonî de herdu aliyan behsa tevgera bazirganî û weberhêna di navbera herdu welatan de, rola kompaniyên Tirkiyê di warê enerjî û avedankirinê de, hêsankariya hatinûçûna hemwelatiyan di navbera Tirkiye û Iraqê de kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku Kazimî û Erdogan mijara çavkaniyên avê yên li nav herdu welatan û pişka herdu aliyan jî axivî ne.