Kazimî hefteya pêsiyê serdana Kiweytê dike

21 tebax 2021 15:44
Kazimî hefteya pêsiyê serdana Kiweytê dike

PeyamaKurd Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hefteya pêşiyê serdana Kiweytê dike.

Îro roja Şemiyê 21.08.2021ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê eşkere kiriye, wê Mistefa Kazimî serdana Kiweytê bike.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê daye zanîn, wê hefteya pêşiya me Mistefa Kazimî serdana Kiweytê bike û Balyozê Iraqê li Kiweytê Menhel Safî amadekariyê ji bo serdanê dike.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, wê weberhênerên Kiweytê vexwîne Iraqê û ligel wan bicive ji bo ku bên kar li Iraqê bikin.

Beriya bi çend rojan jî  Mistefa Kazimî, Mîrê Kwêytê Mîr Newaf Ehmed Subah vexwendibû ji bo beşdarî kongreya lûtkeya welatên cîranên Iraqê ya li Bexdayê bibe.

Biryar e di dawiya vê mehê de li Bexdayê lûtkeya welatên cîranên Iraqê were sazkirin û tê de wê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Nûnerê Serokê Îmaratê, Mîrê Qeterê Temim bin Hamed es-Sanî û çend serok û serokwezîrên welatên Ewropayê û Amerîkayê birêve biçe.