Karwanekî mezin ê leskerî yê Amerîkayê gihîst Rojavayê Kurdistanê

31 berfanbar 2019 13:56
Karwanekî mezin ê leskerî yê Amerîkayê gihîst Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Karwanekî leşkerî yê Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û gihîşte bajarê Qamişloyê û biryar e ber bi Dêre Zor, Şedadê û Qesrokê ve here.

Li gorî nûçeya Rûdawê, ku karwanê leşkerî yê Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û karwaneke mezin e û ji nêzîkî 100 otomobîên barhilgir pêk tê.

Karwanê leşkerî yê Amerîkayê alîkarî û pêdawîstiyên lojestîk û leşkerî, herwiha tank û zirêpoşan li xwe digire. Beşek ji wî karwanê leşkerî yê Amerîkayê ber bi navçeya Qesrok a nêzîkî Til Temir ve diçe, lê beşa din ber bi Dêre Zor û Şedadê ve diçe.

Artêşa Amerîkayê di van demên dawî de hewl dide, hebûna xwe ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, ku piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo vekişîna hêzên wî welatî li Sûriyê lawaz bûye, bihêztir bike.

Her di vê çarçoveyê de Amerîka hêzên xwe li derdora bîrên petrolê yên li Rojavayê Kurdistanê û Dêre Zorê belav dike û binkeyên nû ava dike.