Karwaneke mezin a alîkariya leskerî bo Rojavayê Kurdistanê hat sandin
25 tîrmeh 2021 20:02
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke mezin a alîkariyên leşkerî û lojîstîkî ji bo baregehên li Rojavayê Kurdistanê şand.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bi zarê çavkaniyên xwe ragihandiye ku hevpeymaniyê karwaneke alîkariyên leşkerî ji ser sînorên Başûrê Kurdistanê şandiye Rojavayê Kurdistanê û ew karwana ku ji 75 barhilgiran pêk dihat gihîştiye baregeha li parêzgeha Hesekê.
Herwiha SOHRê bi zarê çavkaniyên xwe diyar kiriye ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên avakirina baregeheke nû ya leşkerî dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Amerîkayê karwaneke mezin a hêza teqwiye sand Rojavayê Kurdistanê
25 nsn 2024
Kurdistan
Alîkariyên Başûr gihîştin Rojavayê Kurdistanê
27 rbn 2026
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin