Karsazên Amedê: Wê boykot zirarê bide karsazên Kurd

06 mijdar 2019 16:09
Karsazên Amedê: Wê boykot zirarê bide karsazên Kurd

PeyamaKurd - Ji ber êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kampanyaya boykotkirina kelûpelên Tirkî ku niha li Herêma Kurdistanê berdewam dike li ba karsaz û hinardekarên Amedê nîgeraniyeke mezin peyda dike. Nûnerên bazirgan û hinardekarên Amedê dibêjin herçend ev çalakiyeke sivîl be jî, dîsa jî wê boykot zirarê bide Kurdan û valahiya bazara Herêma Kurdistanê wê Îran dagire.

'Ev boykot dê xisarê bide karsazên Kurd'

Derbarê mijarê de Serokê Herêma Organîze ya Pîşesaziya Amedê  Azîz Odabaşî  got: “Ev boykot dê xisarê bide karsazên Kurd. Em bi tu awayî vê kampanyayê rast nabînin û divê bê rawestandin."

Ji bajarê Amedê sala borî di 12 mehan de 227 milyon Dolar hinarde hatibû kirin û ji vê behrê % 65 hinarde, behra bazara Başurê Kurdistanê bû, îsal li gor sala borî di 10 mehên borî de hinardeya Amedê % 20 kêm bûye.

'Valahiya heyî ya bazarê wê Îran dagire'

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Mehmet Kaya jî dibêje: “Ji aliyekê ve ev kampanya bertekeke sivîl e; hêviya me karîgeriyeke baş li ser helwesta hikumetê peyda bike; lê aliyek babetê jî ev e: Bazirganî kareke wisa ye ku bazara ji dest here vegera wê gelek zehmet e. Niha eger boykot berfireh bibe û kelûpelên me neçin nav bazara Başurê Kurdistanê dê ji vê rewşê kê sûdê wergire? Bêguman Îran dê werbigire. Pirsyar ev e Îran dostê Kurdan e ? Nexêr, di dema referandûma Kurdistanê de me dît ku Heşda Şeibî bi piştgiriya Îranê êrîşê Başurê Kurdistanê kir, divê ew hizra vê rastiyê jî bikin.”

Di salên proseya aşîtî û berî krîza aborî, Tirkiyê salane heta 13 milyar dolar hinardeya xwe ji bo bazara Iraq û Herêma Kurdistanê re dikir, di 3 salên dawî de ev rêje niha heta bo 6 milyar dolaran daketiye.