Îsraîl: Heke Tewrat bê sewitandin dê zirarê bide pêwendiyên Îsraîl-Swêdê

28 tîrmeh 2023 22:46
Îsraîl: Heke Tewrat bê sewitandin dê zirarê bide pêwendiyên Îsraîl-Swêdê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen li ser destûra Polîsê Swêdê ya çalakiya şewitandina Tewratê daxwaz ji hemkarê xwe yê swêdî kir, rê nedin çalakiyeke bi wî awayî.

Elî Cohen, daxwaz kir ku li ber balyozxaneya Îsraîlê tedbîran werbigirin û hişyarî da ku dê çalakiyên bi vî awayî zirarî bidin pêwendiyên navbera Îsraîl û Swêdê.

Herwiha Cohen li ser şewitandina pirtûkên pîroz ên olan da xuyakirin ku dawî li çalakiyên wiha were û got, ew ji ber gefa şewitandina Tewratê ketiye dehşetê.

Li Danîmarkayê piştî nimêja Înê li pêş mizgeftê Qûran hate şewitandin

Polîsê Swêdê destûra şewitandina Tewratê da: Ya Încîlê jî di dorê de ye!